Li Idlibê di 4 rojên dawî de hezar û 650 êrîş pêk hatin

Li Idlibê êrîşên rejîma Sûrî yê li dijî çeteyên dewleta Tirk, bi desteka Rûsyayê dewam dikin.
Di 4 rojên dawî de piranî li bajarê Meret Numanê û li gundewarê Idlibê hezar û 650 êrîş pêk hatin.
Di van êrîşan de 45 jê sivîl, 165 kes hatine kuştin.
Her wiha bêhtirî 70 hezar kes jî koçber bûne.

Li Idlibê şerê rejîma Sûrî yê li dijî çeteyên girêdayî dewleta Tirk, ji nû ve dest pê kir û ji berê dijwartir bû.
Ev çend roj in rejîma Sûrî li gundêwarê Idlibê bi desteka Rûsyayê êrîşî deverên çeteyên dewleta Tirk a dagirker dike.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di nav 100 saetên dawî de piraniya wan li bajarê Meret Numan û gundewarê Idlibê nêzî hezar û 650 êrîşên hewayî û bejahî pêk hatine.
Helîkopterên rejîmê 187 bermîlên teqemenî avêtin û balafirên şer jî 134 caran herêma navborî bombebaran kir.
Balafirên şer ên Rûsyayê jî herî kêm 113 caran bombebaran pêk anîn.

LI IDLIBÊ ÊRÎŞÊN REJÎMÊ YÊ LI DIJÎ ÇETEYAN
LI BAJAROKÊ SERAQIBÊ 7 SIVÎL JIYANA XWE JI DEST DAN
Li bajarokê Seraqibê jî di encama bombebarana rejîmê de 7 sivîl jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 kes birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Sûrî tekez kir ku piştî êrîşên hewayî destpêkirin, ji duh ve hêzên rejîmê herî kêm 10 gundên başûr rojhilatê Idlibê xistin bin kontrola xwe.

LI IDLIBÊ ÊRÎŞÊN REJÎMÊ YÊ LI DIJÎ ÇETEYAN
ZÊDETIRÎ 70 HEZAR KES JI GUNDEWARÊ IDLIBÊ KOÇBER BÛN
Van şeran pêleke koçberiyê jî bi xwe re anî ku bêhtirî 70 hezar kes ji gundewarê Idlibê koçber bûn
Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê jî destnîşan kir ku li bajarokê Sincarê yê gundewarê Idlibê, di encama êrîşa çeteyên bi navê ”Huras El-Dîn” û ”Heyet Tehrîr El-Şam” de 17 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 42 jî birîndar bûn.
Navendê diyar kir ku ji çeteyan jî bi qasî 200 kuştî û birîndar çêbûn.

Leave a Reply

Back to top button