KJK: ji mereşê heta roboskî divê em tola komkujiyan hilînin

KJK bi mûnasebeta salvegera Komkujiya Mereşê daxuyanî da û diyar kir ku divê êşa komkujiya Mereşê bikin wesîleya vegera welat, xwedîderkirina nirxên netewî û bihêzkirinê.

KJK diyar kir ku divê ji Mereşê heta Roboskiyê tola hemû komkujiyên dewleta Tirk hilînin.

Koordînasyona KJK’ê bi mûnasebeta salvegera Komkujiya Mereşê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ji Mereşê heta Roboskiyê komkujiyên dewleta Tirk bi polîtîkayên îmha û înkarê bi awayekî plankirî pêk hatine.

KJK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk komkujiya Mereşê bi armanca pêşîgirtina Tevgera Azadiya Kurd kiriye, xwestiye jin û gelê Kurd ên Elewî û lêgerîna jiyana azad hatiye ceza bike.

KJK bibîrxist ku yek ji armanca vê komkujiyê jî guhertina demografiyê bû û piştî komkujiyê di navbera gundên Kurdên Elewî de mihacirên Tirk-Sunnî hatin bicîhkirin û bi vê yekê xwestin Kurdên Elewî dorpêç bikin.

KJK: DIVÊ EM ÊŞÊN XWE VEGUHERÎNIN HÊZÊ

KJK’ê bal kişand ser bandora komkujiya Mereşê ya li ser jinan jî diyar kir ku jin hedef hatin girtin û bi polîtîkayên asîmîlasyonê xwestin ji çanda wan dûr bixin, lê belê jinên di tevgera azadiya de cîh girtin tola vê komkujiyê hildan.

Koordînasyona KJK diyar kir ku divê êşa komkujiya Mereşê bikin wesîleya tolhildanê, vegera welat û xwedîderkirina nirxên netewî û got, “Eger em vegûherînin hêzê wê watedar bibe. Divê em vê êşa xwe birêxistin bikin, xwedî li nirxên xwe derkevin. Ji Mereşê heta Roboskiyê divê em tola hemû komkujiyan hilînin.”

Leave a Reply

Back to top button