Beşeke nû ji koçberan gîhîşt kampa Waşokanî

Beşeke nû ji koçberên ku bi zorê ji hêrêmên xwe bi sedema êrişa dewleta Tirk derketine, gihişt kampa Waşokanî.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi sed hezaran şêniyê resen yê herêmê ji cih û warên xwe koçber bûn.

Bi hezaran kesên ku koç kirine jî li Wargeha Waşokanî ya nêzî bajarê Hesekê dimînin.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk, hêjmara kesên li wargehê her roj zêde dibe,

HÊJMARA KOÇBERÊN LI WARGEHÊ 5 HEZAR DERBAS KIR

Rêveberê Wargeha Waşokanî Husên Yûsiv diyar kir ku vê hefteyê beşeke nû ya koçberan gihişt kampê û bi vê yekê hejmara koçberên li wargehê 5 hezar derbas kir.

Yûsiv diyarkir ku wan pêdiviyên jiyanê li koçberan belavkiriye û nirxa xwarin û nanê ku li koçberan belav kirine jî zêde kirine.

Yusuf bibîrxist ku derveyî Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser ti rêxistin alîkariyê nakin û bang li saziyên navnetewî kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button