Pedersen: Pêwîstî bi lidarxistina civînên komîteya piçûk nîne

Piştî binketina gera duyem a xebatên ”Komîteya Destûrî” nûnerê NY yê Sûriyê ragihand ku ji ber nakokiyan, ti pêwîstiya lidarxistina civînên Komîteya Destûrî nîne.

Nûnerê NY yê Sûriyê Geir Pedersen bi riya vîdeoyê li Konseya Ewlekariya Navdewletî der barê xebatên destûra Sûrî de axivî.

Pedersen diyar kir ku ji ber lihevkirineke derbarê xebatên ”Komîteya Piçûk” a destûra Sûrî de nîne, ti pêwîstiya lidarxistina civînên ”Komîteya Destûrî” nîne.

Pedersen hêviyên xwe ji bo pêkanîna lihevkirineke girêdayî xebatên ”Komîteya Destûrî” ya di navbera aliyên beşdar de anî ziman û tekez kir ku di rewşa heyî de wê ti civîn neyên lidarxsitin.

Piştî ku Pedersen binketina gerê ragihand, destnîşan kir ku beriya serê salê ew ê ji bo lidarxistina civîna ”Komîteya Piçûk” a Destûra Sûrî li gel Şamê û aliyên din ên ”Komîteya Destûrî” danûstandinên rasterast bike.

30’ê Cotmeha borî bêyî ku ti civîn bên lidarxistin, gera duyem a xebatên Komîteya Destûrî li Cinêvê bi dawî bûn.

Leave a Reply

Back to top button