Şêniyên kantona Efrînê cenazeyên 2 şehîdên bi navê Ciwan Efrîn û Cûdî Çiya yên ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, spartin axê.
Ji bo şehîd Remedan Efrîn bi nasnav Ciwan Efrîn û Îbrahîm Ehmed bi nasnav Cûdî Çiya ku di 18’ê Kanûna 2019’an de di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn li Şehbayê merasîmek girseyî pêk hat.
Bi sedan şênîyên Efrînê cenazeyê şehîdan ji pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê wergirtin û bi karwanekê ber bi goristanê ve bi rê ketin.
Li goristanê piştê rêzgirtinê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û rêvebera Meclisa Kantona Efrînê axaftin hate kirin.
Axaftvanan dilsoziya xwe ya bi şehîdên berxwedana serdemê re anîn ziman û diyarkirin ku ew ê ji bo bîranîna wan têkoşina xwe xurttir bikin.
Piştre nasnameyên her du şehîdan ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê wan hate kirin.
Cenazeyên şehîd Remedan Efrîn û Îbrahîm Ehmed bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hatin oxirkirin.