Yekîtiya kedkarên herêma Cizîrê: Li Qamişlo civîna xwe ya salane pêk anîn

Yekitiya Kedkaran a Herêma Cizîrê li Qamişlo, civîna xwe ya salane pêk anî.
Di cîvinê de hat diyarkirin ku karker wê bi rêxistibûnê mafên xwe biparêzin.

Yekitiya Kedkaran a Herêma Cizîrê bi dirûşmeya “Bi zendên kedkaran em ê civakê ava bikin, kedkaran birêxistin bikin û biparêzin” civîna xwe ya sala 2019`an lidar xist.

Civîn bi beşdariya 250 endamên Yekîtiya Kedkaran a Herêma Cizîrê ve li Hola Seyran a bajarê Qamişlo pêk hat.

Hevserokê Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê Şêro Mihemed destnîşan kir ku ew dixwazin kedkaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêxistin bikin.

Yekitiya Kedkaran a Herêma Cizîrê hewl dide ku rewşa kedkaran pêş bixe, mafên wan mîsoger bike û tevahiya kedkarên heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi rêxistin bike.

Leave a Reply

Back to top button