Hiqûqnasên Swîsrî bang li “NY” kirin ku zextê li Tirkiyê bike

Hiqûqnasên Swîsrî diyar kirin dagirkeriya Tirk a li ser Rojava li dijî hiqûqê ye û xwestin pêşî li vê dagirkeriyê were girtin.

Li Swîsreyê, 6 profesor û 17 pisporên hiqûqê bi daxuyaniyeke hevpar di rojnameya Aftonbladetê de, dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk gelek sivîl û şervan şehîd bûne û 300 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûne.

Hiqûqnasên Swîsrî her weha bal kişandin ser çeka kîmyewî ya fosora spî ku dewleta Tirk li Rojava li dijî Kurdan bikaranîbû.

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku ji ber tevlîheviya li herêmê alîkariya mirovî tê rawestandin.

Hiqûqnasan bang li Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî kirin ku ji bo sivîlên herêmê werin parastin û herêma ewle bê avakirin berpirsyariyên xwe bi cîh bînin.

Hiqûqnasên Swîsrî di daxuyaniya xwe de xwestin ku ji bo pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk were girtin zext were kirin û yekîtiya gumrikê ya di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de were betalkirin.

Leave a Reply

Back to top button