Macron: Hêzên me 33 Terorîst li Maliyê kuştin

Li Maliyê, di çarçoveya operasyoneke asmanî- bejahî ya hêzên Fransî de 33 terorîst hatin kuştin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku hêzên wan di çarçoveya oparasyoneke li dijî terorîstên li Maliya ku nêzî sînorê Morîtanyayê de 33 terorîst kuştin.

Macran diyar kir ku wan 2 polîsên Maliyê yên dîl hatibûn girtin jî serbest berdan.

Koma bi navê “Ketîbeya Masîna” li daristanên bakur-rojavayê bajarokê Mobîtî yê Maliyê xwe birêxistin kirine.

Li gorî fermandariya polîsa Fransî jî, ji ber cihê wan pir asê bû, hêzên Fransî neçar man dron û helikopteran bi kar bînin.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close