10 Leşkerên Rejîmê û 16 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Di nava 12 saetên dawiyê de ji ber şerê di navbera hêzên rejîma Sûrî û çeteyên dewleta tirk de li Idlibê 26 kes ji her du aliyan hatine kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gel êrîşên asmanî, li derdora başûr-rojhilatê Idlibê şerekî dijwar navbera herdu aliyan de rû da.

Di encamê de, 10 leşkerên rejîmê û 16 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Her wiha, hêzên rejîmê karîbûn dîsan bi pêş kevin û çend deverên din bi dest bixin.

ÇAVDÊRIYA SÛRÎ:
JI PÊNCŞEMÊ VE, REJÎMÊ 25 DEVERÊN IDLIBÊ BI DEST XISTINE

Li gorî Çavdêriyê, ji Pêncşemê û heya niha, rejîmê 25 dever bi dest xistine.

Çavdêriyê dazanîn ku ji 20’ê Kanûnê ve 71 leşkerên rejîmê û 103 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button