Eşref Ganî bû serokkomarê nû yê Afganistanê

Encamên hilbijartina serokkomariyê ya Afganistanê eşekre bûn û Eşref Ganî hate hilbijartin.

 

Komîsyona Hilbijartinê ya ‘Serbixwe’ ya Efganistanê ragihand ku Eşref Ganî 50.64 ji sedî yê dengan wergirt û bi ser ket.

Di hilbijartinên 28’ê Îlonê de Abdullah Abdullah ku hevrikê Ganî bû 39.52 ji sedî yê dengan wergirt.

Piştî eşkerekirina encaman Abdullah Abdullah ragihand ku wê îtirazê li encamê bike.

Eşkerekirina encamên hilbijartinê beriya niha wê di 19’ê Cotmehê de pêk bihata, lê piştre ji bo 14’ê Mijdarê hate taloqkirin û her carê jî sedemên teknîkî, hate nîşandan.

Li Afganistanê ku 9.6 milyon dengdêr hene tenê 1.8 milyon dengên derbasdar hatin jimartin.

Bi vî rengî ev hilbijartin bû hilbijartina ku herî kêm dengdêr çûne ser sindoqan.

Leave a Reply

Back to top button