Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ji bo ewlehiya welatiyan qedexeya derketina derve ji saet 8ˋê êvarê heta saet 8ˋê sibehê li tevahî kantonên Herêmê dewam dike.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê rewşa dawî li herêmê de piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed, biryarnameyek da û tê de qedexeya derketina derve ragihand.
Biryarname wiha ye:
“Ji ber rewşa awarte ya ewlehî ya li Sûriyeyê û ji bo parastina ewlehiya hundirîn û şêniyan, em li tevahî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji saet 8ˋê êvarê heta 8ˋê sibehê qedexeya derketina derve radigihînin.
Tevî gelek binpêkirin çêbûn û welatî li hin herêman digerin, fermandariya giştî diyar kir ku qedexe dewam dike.
Fermandariyê bang li tevahî xelkê li hemû kantonan kir ku pabendî demên ji bo qedexeyê hatine diyarkirin, bibin.”



