Rêxistineke Misirî banga boykottkirina mal û pereyên Tirkiyê kir

Rêxsitineke mafê mirovan a Misrî, bang li welatên Ereban kir ku, kel û pelên Tirkiyê boykut bikin û bankên xwe ji lîreyên Tirkî vala bikin.

Ji ber destwerdana Dewleta Tirk ji welatên Ereban û bi taybetî Lîbyayê re, Rêxistina Wekhevî û Geşkirinê ya mafê mirovan a Misrê, vê bangê dike.

Rêxistinê xwest danûstandina bi lîreya Tirkî li bankên wan welatan were qedexekirin..

Berdevkê rêxistinê Zîdan El-Qenaî, ji bo vê yekê banga destpêkirina pêngaveke mezin a boykotkirinê kir û xwest berhemên Kompanyayên Tirkiyê li bazarên Kendavê nemînin..

El-Qenaî destnîşan kir, bi vê yekê dê aboriya Tirkiyê ya ku bi riya wê piştgiriya rêxistinên terorsît dike hilweşîne û şoreşa gelan a rakirina Erdogan mezin bike.

Misri yek ji welatên herî zêde berhemên tirkiyê lê têne kirîn û rêxistinên Misrî jî dibêjin ger malên tirkî werin boykutkirin ev yek wê derbeke ji ya siyasî xurtir, li Tirkiyê bixe.

Leave a Reply

Back to top button