Li Xaneqînê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ û hêzên asmanî yên Iraqê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon dan destpêkirin. Di encamê de 7 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.

Fermandarê Lîwaya Mexairî a Supayên Iraqê Rukin Zerxam diyar kir ku di operasyona duh ya ku li derdora Xaneqînê li dijî DAIŞ’ê pêkhatiye de 7 çeteyên DAIŞ’ê hate kuştin.

Ebdulxazî da zanîn ku êrişa DAIŞ’ê bi alîkariya hêzên Koalisyona Neteweyî û hêzên asmanî yên Iraqê pêk hatiye.

Hêjayê bi bîrxisitinê ye piştî xwepêşandanên li Iraqê û êrişa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrê liv û tevgera DAIŞ’ê li Iraq û Sûrî zêde bûye.

Leave a Reply

Back to top button