4 şehîd bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê Hesekê hatin oxirkirin.
Di merasîmê de nameya piştgiriya QSDˈê hate dayîn û banga rêgirtina li ber fitneyan hat kirin.
Cenazeyên şervanên QSDˈê şehîd Umer Qamişlo (Hanî Mitleq El Hilêl), şehîd Ciwan Hesekê (Qusye Ehmed El Marûf), şehîd Baran Hesekê (Mihemed Mehmûd Firêh) û şehîd Zulfîqar (Emar Heşo Hisên) ên ku li Heleb, Dêrazaor û Alyayê şehîd bûne, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hatin veşartin.
Bi sedan kes tev li merasîmê bûn û ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ve hat birêxistinkirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewan Şêxo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Rewan Şêxo soza domandina xeta şehîdan da û bang li gelên herêmê kir ku piştgiriyê bidin hêzên xwe yên parastinê.
Bi navê Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê Agirê Hesekê jî di kesayeta her 4 şehîdan de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got: “Van şehîdan banga welat bi cih anîn û di rêya parastina xeta neteweya demokatîk û jiyana hevbeş de canê xwe feda kir.”
Agirî Hesekê bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li derdora QSDˈê kom bibin û ev li gotinên xwe zêde kirin “Em soz didin gelê xwe ku em ê xeyalên şehîdên xwe bikin rastî û welat û gelên wê biparêzin.”
Şêwirmendê qebîleya El Cibûr Ekrem Mehşûş sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Em di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin.
Bi ketina rejîma Esed re jî pirsgirêk bi dawî nebû. Ji bo parastina herêmê divê eniya navxweyî were bihêzkirin. Divê em li derdora QSD û Rêvebeiya Xweser kom bibin da ku beşdarî proseya siyasî ya çareseriyê bibin. Eger em beşdarî proseya çareseriyê neyên kirin hingî wê çareserî serkeftî nebe.”
Mehşûş bal kişand ser şerê taybet û hewldanên derxistina fitneyan jî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê hemleyeke teşhîrkirinê li dijî me pêk tînin.
Hin dezgehên ragihandinê dîmenên derew parve dikin da ku fitneyan belav bikin. Li ser vê yekê divê gelê me hişyar be. Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî dike û bi dehan kes şehîd û birîndar kirin.”
Ekrem Mehşûş di dawiya axaftina xwe de got: “Bi keda pêkhateyên me û bi yekitiya wan em ê armancên xwe bighînin serî û fitneyan têk bibin.
Divê em eniya hundirîn bi hêz bikin. Divê em rê nedin dagirkeriyê. Divê em wefadarên xwîna bi hezaran şehîdan bin. Divê em li derdora hêzên xwe bin.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin veşartin.



