Rejîmê 25 dever bi dest xistin û nuqteyeke dewleta Tirk dorpêç kir

Piştî gurbûna şerê li Idlibê, serçeteyê koma bi navê Huras El-Dîn li Idlibê hat kuştin. Her wiha, di nava 12 saetên borî de, ji ber şerê di navbera hêzên rejîma Sûrî û çeteyên dewleta tirk de li Idlibê 26 kes ji her du aliyan hatin kuştin.

SERÇETEYÊ KOMA HURAS EL-DÎN HAT KUŞTIN

Serçeteyê koma bi navê ”Huras el-Dîn” li Idlibê hat kuştin.

Li gorî çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, îro erebeya ku tê payîn serçeteyê koma ”Huras el-Dîn” tê bû, bi rêya dronekê li ser rêya el-Dana-Termanîn hat armanckirin.

Di encmamê de serçeteyê bi navê ”Ebû Xedîce El-Urdinî” û çeteyekî din ku pê re bû hatin kuştin.

Beriya niha bi daxuyaniyeke fermî Wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagon piştrast kiribû ku wan serçeteyên Qaîdê li Sûriyê hedef girtine.

Ev daxuyaniya Pentagonê piştî ku civîneke çeteyên bi navê ”Herid Elmuiminîn” ku beşk ji çeteyên Huras El-Dîn in, li Idlibê hate hedefgirtin.

Di encamê de nêzî 40 çeteyî hatibûn kuştin.

10 LEŞKERÊN REJÎMÊ Û 16 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Her wiha çavdêriyê ragihand ku li gel êrîşên asmanî, li derdora başûr-rojhilatê Idlibê şerekî dijwar navbera herdu aliyan de rû da.

Di encamê de, 10 leşkerên rejîmê û 16 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Her wiha, hêzên rejîmê karîbûn dîsan bi pêş kevin û çend deverên din bi dest bixin.

 

REJÎMÊ 25 DEVER BI DEST XISTIN Û NUQTEYEKE DEWLETA TIRK DORPÊÇ KIR

Li gorî Çavdêriyê, ji Pêncşemê û heya niha, rejîmê 25 dever bi dest xistine.

Di encamê de hêzên Rejîmê nuqteyeke dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Sirman li rojhilatê Meret Ne’manê dorpêç kir.

Çavdêriyê da zanîn ku ji 20’ê Kanûnê ve 71 leşkerên rejîmê û 103 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Her wiha ji destpêka vê mehê de derdora 80 kes, bi taybet ji herêma Meret Nu’man, ji gundewarê Idlibê koçber bûne.

Leave a Reply

Back to top button