Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê û Endama Konseya Rêveber Nîlufer Koç têkildarî rewşa nû ya li Sûriyê û cihê kurdan di Sûriya nû de anî ziman ku dewleta Tirk li ser paşeoja herêmê gefa herî mezin e, em bi hêza xwe dikarin planên qirkirinê yên dewleta Tirk têk bibin.
Derbarê rewşa nû ya li Sûriyê, piştî hilweşîna rêjîma Baas û cihê kurdan di hikumeta nû ya li Sûriyê,
Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê û Endama Konseya Rêveber Nîlufer Koç nirxandin kir..
Nîlufer Koç got:
“Bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê re Îran lawaz bû û Rûsya jî bi hin tawîzên li Ûkraynayê hatin dayin re hate bêbandorkirin.
Bi vî rengî Îran û Rûsya li Sûriyê hatin bêbandorkirin û ev yek hişt ku rêjîma Baas hilweşe.”
Nîlufer diyar kir ku wê di 20’ê Çileyê de bi hatina serokê nû yê DYE Donald Trump ser wezîfeya xwe, dîzayna Sûriyê temam bibe.
Nîlufer Koç destnîşan kir ku li ser paşeroja herêmê gefa herî mezin dewleta Tirk e û wiha anî ziman:
Dewleta Tirk bi fikar e ku bi dîzayna nû ya Rojhilata Navîn re wê dor bê wê.
Dewleta Tirk bi rêbaza tirsandinê dixwazin di şer de bi ser bikevin û êrişî Rojava dikin, ev taktîka DAIŞ’ê ye.
Li gel êrîşan jî gelên herêmê li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi rengekî mezin li ber xwe didin.
Nîlufer Koç: Li Sûriyê ji bo Kurdan rewşeke bi rîsk heye
Nîlufer di serî de Minbic bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û anî ziman ku ji bo Kurdan rewşeke bi rîsk heye û wiha domand:
“Eger em li ser bingeha yekîtiya neteweyî li hev kom bibin, her kes wê xwe nêzî me bike.”
Nîlufer Koç: Bi hêza xwe em dikarin bi ser bikevin
Di dawiyê de, Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê û Endama Konseya Rêveber Nîlufer Koç dibêje:
“Em ê bi her kesî re danûstandinê bkin, lê belê yekane hêza diyarker hêza me ya civakî ye.
Divê em li ber êrîşên dagirkerî û qirkirinê rabin û berxwedana xwe mezin bikin.



