Filmê ‘Ji bo Azadiyê’ wê li Silêmaniyê di 31’ê kanûnê de were pêşandan

Filmê bi navê ‘Ji Bo Azadiyê’ ku berxwedana 100 rojî ya Sûra Amadê vedibêje, wê li Silêmaniyê di 31’ê Kanûnê de were pêşandan.

Çiroka filma ‘Ji Bo Azadiyê’ li ser berxwedana 100 rojî ya sala 2015 û 2016’an a gelê Kurd a li Sûra Amedê ku dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatî kirin û bûyerên rasteqîn pêkhatine vedibêje.

Film ji hêla derhêner Ersîn Çelîk ve pêk hatiye û dîmenên fîlmê li Kobanê û li hinek deverên din ên Rojavayê Kurdistanê hatine kişandin.

Ev film wê di 31’ê Kanûnê de li Sînemaya Salim a Silêmaniyê were pêşandan.

Filmê bi Kurmancî hate çêkirin û wê bi jêrnivîsa zaravayê Soranî were pêşandan.

Filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ care yekem di meha mijdarê de di festîvala navneteweyî ya Hind hate pêşandan.

Her wiha piştî pêşandana filmê li Silêmaniyê, wê di meha Çile de li Rojavayê Kurdistanê û Holandayê jî were pêşandan.

Leave a Reply

Back to top button