Navenda Himêmîmê: Di êrîşeke xwekuj li gundewarê Idlibê de 6 leşkerên Rejîmê hatin kuştin

Navenda lihevanînê ya Himêmîmê li Sûriyê ragihandin ku di encamê teqîneke xwekuj de, li Idlibê 6 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Êrîşên rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsyayê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Idlibê berdewam in.

Di vê çaçroveyê de Navenda Lihevanînê ya Rûsî li Sûriyê ragihand ku li gundewarê Idlibê êrîşeke xwekuj li dijî leşkerên rejîmê pêk hat.

Navendê diyar kir ku di encamê de 6 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 13 birîndar bûn.

Navendê destnîşan kir ku êrîşên li dijî çeteyan berdewam in û gelek derbên xurt li wan hatine xistin.

Leave a Reply

Back to top button