Îsraîl êrîşî nuqteyên Îranî yên li Şamê kirin

Îsraîl êrîşî nuqteyên Îranê yên li derdora Şamê kirin û dengê teqînan ji balafirgeha Hemayê hat bihîstin.
Çeteyên dewleta tirk a dagirker jî li dijî hêzên rejîmê yên li gundewarên Idlibê êrîşên dijwar pêk anîn.

 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dengê 3 teqînan li derdora Şama paytext û gundewarê wê hat bihîstin.

Li gorî Çavdêriyê, ev dengê sîstema parastinê ya rejîmê bû, ku tê payîn Israîl deverine Îranî li derdora Şamê kiribin hedef.

Her weha dronin nenas, êrîşî balafirgeha Hemayê ya leşkerî kir.

Têkildarî êrîşan ti agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

REJÎMÊ NUQTEYEKE DEWLETA TIRK DORPÊÇ KIR

Li ser erdê jî, Çavdêriyê diyar kir ku komên çete yên dewleta Tirk êrîşî nuqteyên ku duh rejîma Sûrî bi dest xistibûn, kirin û hewl dan derbasî gundewarê Mearet el-Numan bibin.

Li gorî Çavdêriyê, duh jî hêzên rejîmê nuqteyeke dewleta Tirk li bajarokê Sirman li rojhilatê Mearet Numanê dorpêç kir.

Leave a Reply

Back to top button