Îsraîlê êrişên xwe li hindirê Sûriyê sar nekirine.
Herî dawî bi balafiran 2 dever li Şama Paytexet bombebebaran kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirgeha Mezê û cihek li çiyayê Qasiyon bi balafirên Israîlê hatin bombebarankirin.
Şevê din jî balafiran navenda lîkolîna Zanistî cihên leşkerî li Hema û navendek parastina esmanî a li Himsê bombebaran kirin.
Li gorî daneyên çavdêriyê, artêşa Îsraîlê ji serê salê 176 caran êrişî Sûriyê kiriye.
Di wan êrişan de, 416 kes hatin kuştin û 286 jî birîndar bûn.



