Xwepêşanderên Iraqê ji ber daxwazên wan bi cih nayên, dîsan dest bi grevê kirin.
Li gorî dezgehên ragihandinê, xwepêşanderên li Bexdayê û parêzgehên başûrê welat, dest bi greva birçîbûnê kir û nîşaneyên ku nema tiştekî dixwazin danîn ser devê xwe.
Her wiha hat diyarkirin, xwepêşanderan gef xwarin ku, eger daxwazên wan pêk neyên û li gorî şertên wan hikûmeteke veguhêz neyê avakirin, wê geva xwe bidomînin..
Ji ber van daxwazan ev demeke li paytexta Iraq Bexdayê û çend parêzgehên din xelk dadikevin kolanan.
Li gorî daneyên herî dawî di encama êrîşên hêzên ewlekariyê li dijî xwepêşandanan de zêdeyî 500 kesî jiyana xwe ji dest da û derdora 21 hezar kes jî birîndar bûne.