Rêxistinên “NY” bangewaziya lezgîn a Koçberan bi cih neaniye

Buroya Karûbarên Rêxistinan diyar kir ku ji ber kêmbûna alîkariyan rewşa koçberan zehmet e û bi bîr xist ku heta niha ti rêxistinên Neteweyên Yekbûyî bangwaziyên lezgîn ên koçberan bi cih neanîne.

Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinan a Herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm diyar kir ku Rêxisitinên Neteweyên Yekbûyî , siyaseta li herêmê dike hincet û bi vê hicetê jî alîkariya koçberan nakin.

Xalid Îbrahîm diyar kir ku tenê Rêveberiya Xweser bi hevkariya hin rêxistin û komeleyên herêmî alîkariyê didin koçberan û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide malên gerok pêşkêşî koçberan bikin.

Tevî van zehemtiyan jî desteya Perwerede û Fêrkirinê jî li kampa Waşûkanî dest bi vekirina dibistanan kir.

Leave a Reply

Back to top button