Çeteyên “Lîwa Weqas” 2 ciwanên Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagiker kirin û binpêkirinên xwe yên dermirovî derheqê şêniyên Efrînê de didominin. Çeteyan 2 ciwanên ji malbatekê bi hinceta ku erke xweparastinê pêk anîne, revandin.

Çeteyên “Lîwa Weqas” ya dewleta Tirk a dagirker 2 ciwanên malbatekê yên ji gundê Anqele ya navçeya Şiyê ya Efrînê revandin.

Çeteyan ciwanên bi navê Reşîd Cerko û Mihemed Cerko bi hinceta ku erka xweparastinê kirine revandin.

Heta niha jî çarenûsa her du ciwanan nayê zanîn û metirsî li ser jiyana wan heye.

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakur û rojhilatê sûrî, revandina bi dehan kesan belge kiribû.

Li gorî navendê di nava kesên ku meha Mijdarê hatine revandin de jî 12 jin hene.

Beriya niha jî çeteyan 9 şêniyên Efrînê yên ji navçeya Mabata bi hinceta ku bi rêvberiya xweser re dixebitîn, cezeya mubed li wan birîbûn.

Leave a Reply

Back to top button