Li Niceryayê, çeteyên DAIŞ’ê 6 kes kuştin û 5 jî revandin

Ajansa Frans Press ragihand ku derdora 30 çeteyên DAIŞ’ê yên “Rojavayê Afrîkayê” rêbendeke kontrolê li gundê Gasarowa li nêzî wîlayeta Borno çêkir.

Li gorî agahiyan, çeteyan endamên hêzên ewlekariyê, welatiyên xiristiyan û kêmnetewa Folanî ji erebeyan peya kirin.

Ajokarê kamyoneke ku DAIŞ’ê ew sekinand, diyar kir ku çeteyan hinek kes daxistin û 6 kes kuştin û 5 revandin.

Di nava kesên ku revandine de jî jinek heye.

Li gorî heman çavkaniyê, hinek ji wan bi guleyan kuştin û hinek bi kêran serjê kirin.

Kesên hatin kuştin, 2 bazirganên xirstiyan, polîsek û 3 kes ji kêmnetewa Folanî bûn.

Leave a Reply

Back to top button