Îro di saetên sibehê de dewriyeyeke Rûsya û artêşa Tirk li gundewarên rojavayê Dirbêsiyê derket.
Dewriye ji gundê Şîrik ê rojavayê Dirbêsiyê yê li ser sînor dest pê kir û ber bi gundên din ên li ser sînor ve çû.
Dewriye li xeta gundên Kerkend, Hacoglî, Qeyrewan û Etîşan geriya.
Her wiha 2 helîkopterên Rûsyayê bi dewriyeyê re li ser xeta rojavayê navçeyê digeriyan.
Piştî gera dewriyê li gundê rojava û rojhilatê navçeya Dirbêsiyê, careke din li gundê Şîrikê vegeriyan û dewriye bi dawî bû.