Welîd El-Muelim: Êrîşên dewleta Tirk li Sûriyê “operasyoneke çeteyî” ye

Wezîrê derve yê Sûriyê Welîd el-Muelim dev avêt dewleta Tirk û êrîşên wê bi “operasyona çeteyî” bi nav kir.

Di konfranseke çapemeniyê de, li gel hempîşeyê xwe yê Rûsî Lavrov, Muelim anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk li ser bakurê Sûrî serweriya dewletê binpê dike û got:

Dewleta Tirk şerekî çeteyî li ser me dimeşîne.

Ji aliyê xwe ve jî, Lavrov diyar kir ku Sûriye ber bi qonaxa nûavakirinê ve diçe û ev tişt anî ziman:

“Eger hikumeta Sûrî serweriya xwe li giştî Sûriyê ferz bike, êdî wê mafên hemû gelê Sûriyê werin parastin.

Divê civaka navdewletî jî pêşketina heyî di ber çavan re derbas bike”.

Her wiha wezîrê Rûsî destnîşan kir ku pir pêwîst e pêvajoya siyasî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê were destpêkirin.

Li aliyekî din, ji bo nîqaşkirina dosyaya Sûriyê, îro şandeyeke diplomasî Tirkî berê xwe da Rûsyayê.

Leave a Reply

Back to top button