Hevşaredarên navçeya Sûrê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr ku hatibûn binçavkirin, îro hatin girtin.
Di 20’ê Kanûnê de bi tundî û gefên polîsên dewleta Tirk herdu hevşared hatibûn binçavkirin.
Îro herdu hevşaredar û endamê Meclîsa Şaredariyê Yilmaz Eken derketin pêşberî dadgehê.
Li ser daxwaza dozgeriya Tirk bi hinceta “endametiya rêxistinê” dadgehê Bûlûtekîn û Ozdemîr girtin.
Endamê Meclîsa Şaredariyê Eken jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Rêveberên HDP’ê û DBP’ê xwestin girtina Hevşaredaran şermezar bikin, lê Polîsan ew asteng kirin û destûr nedan ku rojnamevan jî çalakiyê bişopînin.