Li bajarê Reqayê du mayîn teqiyan û ziyanên madî çêbûn

Li bajarê Reqayê du mayîn teqiyan, di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Têkildarî herdu teqînan, Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Reqayê agahî dan.

Li gorî Meclisa Leşkerî ya Reqayê, li çarxerêya Emin Dewle mayîneke bi wesayîteke sivîlan hatibû bicihkirin teqiya.

Di encamê de tenê ziyanên madî giştin wesayîtê.

Li pey wê, mayîneke din li kolana beramberî çarexerêyê teqiya.

Di vê teqînê de jî ti ziyanên canî çênebûn û tenê ziyanên madî çêbûn.

Leave a Reply

Back to top button