Wezareta Karê Derve ya Japonyayê jî derheqê rewşa Sûriyê de got divê şer li tevahiya welat were rawestandin û çareserî li gor biryara 2254’an pêk were.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ji zêdebûna qurbanên sivîl li Sûriyê nîgeran e û hêvî kir şer li temamiya Sûriyê were rawestandin.
Her wekî destnîşan kir ku zêdebûna qurbanan û tevlîheviya di rewşa mirovî de, cihê nîgeraniyê ye.
Japonyayê got ku gerek diyalog di navbera gelê Sûriyê çêbibe û çareserî li ser bingehê biryara navneteweyî ya 2254’an pêk were.



