Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Erîda yê 17 km dikeve rojavayê navçeya Eyn Îsayê û gundê Xirbet Beqer ê Girê Spî bi moşekan topbaran kirin. QSD’ê ragihand ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li Eniyên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê di nava hewildanên dagirkeriya herêmên nû yên bakur û rojhilatê Sûrî de ne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê têkildarê êrîşên dagirkeriya dewleta tirk yên li ser bakur û rojhilatê Sûrî daxuyaniyek nivîskî da.
Li gor daxyaniya QSD’ê,
Li Eniya Til Temir, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û balafirên bê mirov êrişî gundên Erîşa Salihiyê û Til Mihemed yên ku hîna sivîl lê ne kirin..
Di encama êrîşan de ziyanên madî gihîştin gelek zevî û malên şêniyan.
Li Eniya Zirganê jî komên çete yên artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî herêmên sîvîl yên li derdora gundê Bab el-Ferec kirin.
Li xeta Eyn Îsa jî artêşa dagirker bi çekên giran herêmên sîvîl yên li derdora gundê Tîna topbaran kir.
Di encamê de ziyanên madî gihîşt zevî û milkên sivîlan.