
Rêxistina Kongreya star a Helebê civîna xwe ya salê li dar xist.
Civîn bi standina gelek biryaran û danîna plansaziya dema pêş bi dawî bû
Civîn Kongreya star a Helebê bi amadebûna endamên û rêveberên Kongreya Star a Heleb û Efrînê, saziyên sivîl û partiyên siyasî pêk hat.
Di civînê de kar û xebata sala 2019’an hat nirxandin.
Di civînê de pirsgirêka zehmetiya qebûlkirina civakî ya ji qanûnên jinan, bi taybet qanûnên girêdayî qedexekirina zewaca di temenê biçûk de û pirkirina hevjînan nîqaş hatin kirin.
Hate destnîşankirin ku ji bo rêgirtina li ber vê yekê pêwîste pêngavên hişyarkirinê werin destpêkirin.
Piştî nîqaşan biryar hatin standin û plansaziya dema pêş hate diyarkirin.
Ji biryaran hatin girtin ev in:
-Ji bo zarokên bê kes mane, navendek pêşxistinê were vekirin.
-Dewreyên perwerdeyê yên zimanê kurdî û erebî werin vekirin.
-Dewreyên perwerdeyê yên bikaranîna çekan werin vekirin.
-Pêşxistina projeyên aborî.