Rêjîmê bajaroka Cercenaz bi dest xist..4 km ji riya “Heleb-Şam” re dimînin

Piştî ku bajaroka Cercenaz bi dest xist, hêzên Rêjîmê di gundewarên Meret El-Nuiman bi pêş dikevin û tenê 4 KM dûrî riya “Hebel-Şam” dimînin..

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovn ragihand ku, Rêjîmê bajaroka Tilnemis bi dest xist û bi vî awayî nêzî riya navborî dibe..

Li gorî heman dezgehê, piştî ku gundê Bilqa kontrol kir, ber bi bajaroka Mieseran ve bi pêş dikeve..

Her wiha şerekî dijwar li bajarokên, Meir Şorîn, Meir Şmarîn, Meir Şemşa, Xedfa û Meiseran yên li gundewarên Meret El Nuiman dikevin, diqewime.

Bi vî awayî, di nava 100 saetê de, Rêjîmê 45 herêmên gundewarên Idlibê bi dest dixe û hîna jî şer dewam e..

Li gorî çavdêriyê, ji destpêka êrîşa bejahî ve, 249 çete û leşkerên Rêjîmê hatine kuştin..

Leave a Reply

Back to top button