Li Endonezya qezayek çêbû 25 kesan jiyana xwe ji dest da û 14 jî birîndar bûn

Li Endonîzya otobûsek ji rêya xwe derket û kete dolekî. Di encama qezayê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Qeza nîvê şevê li nêzî bajarê Pagar Elim ê parêzgeha Sumeatra ya başûrê Endonîzyayê pêk hat.

Li gorî agahiyên polîsên Endonîzya, kûrahiya dolê 50 metreye.

14 kesên birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Li gorî Polîsan, ji ber giranbûna rewşa birîndaran dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Tê gotin lêgerîna li rêwiyên ku dibe xwe ji otobûsê avêtibin didome.

Leave a Reply

Back to top button