Hemîd El-Ebid: Divê Rûsiya sozên xwe ji bo vegera koçberan bi cih bîne

Hevserokê kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid mixabiniya xwe ji ber paşguhkirina Rûsya ji daxwazên şêniyan re anî ziman û teqez kir ku gel dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê naxwazin. El-Ebid bang li civaka navnetewî kir ku vegera şêniyan ji warê wan re misoger bike.

10’ê Kanûnê şanedeyek ji meclisa kantona Girê Spî serdana bargeha leşkerî ya Rûsî li navçeya Eyn Îsayê kir û xwestin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bi dawî bikin û vegera şêniyan ji malên wan re bi ewle bikin.

Hevserokê kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid derbarê mijarê de ji ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û ji ber ne bicihanîna daxwazan mixabiniya xwe anî ziman.

El-Ebid diyar kir ku ji ber şênî jî ji paşguhkirina Rûsya bi hêrsin û teqez kir ku ti carî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê qebûl nakin.

Hevserokê Kantona Girê Spî dest nîşan kir ku şênî ji ber hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê qebûl nakin vegerin malên xwe.

Dewleta Tirk a dagirker jî malbatên çeteyên xwe li cihê şêniyên resen bicih dike û bi vê jî demografiya herêmê diguhere.

Ebid diyar kir tevî ku wan hebûna 140 çeteyên DAIŞ’ê di êrîşên liser herêmê de belge kiriye jî lê civaka navnetewî bê denge.

Hevserokê kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid bang li civaka navdewletî kir ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bidawî bike û vegera şêniyên resen ji warên wan re misoger bike.

Leave a Reply

Back to top button