Nobeta azadî ji Ocalan re vê hefteyên nobet ji aliyê jinên TJK-E’yê ve hat dewr girtin

Nobeta azadiyê ya ji bo Rêber Ocalan ku li ber konseya Ewropayê tê lidarxistin vê hefteyê ji aliyê jinên TJK-E hat dewr girtin.

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê pêk tê û di hefteya 392’an de ye.

Nobedarên vê hefteyê 5 jinên ji Komîteya Civakî ya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ne.

Nobedaran daxuyaniyek dan û teqez kirin ku ewê ti carî dîlgiritna rêber Ocalan qebûl nekin û bang li Konseya Ewropayê û CPT kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Çalakgeran her weha bi tundî cezayê ‘dîsîplînê’ red kirin gotin:

Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk li pêşberî îradeya Ocalan têk diçe.

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve bênavber dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button