Birêveberiya Gumrikê ya Sûrî ji ber nedayîna bacan, pereyên Ramî Mexlûf dicemidîne

Pereyên kurxalê serokê rejîma Sûrî, Ramî Mexlûm weke gaveke parêzî, tên cemidandin.

Ji ber “nedayîna bacên gumrikê” Birêveberiya Gumrikê ya Sûrî biryara “destdanîna ser hemû pereyên Ramî Mexlûf û hejmareke din a bazirganan tevî hevjînên wan derxist.

Di nav de, kompaniya bîrên Petroleum Services.

Ev biryar, li gorî daxuyaniya birêveberiya gumrikê, “ji bo misogeriya mafên gencîneya giştî ya bacan” hatiye derxistin.

Nirxê bacên ku ji Mexlûf têne xwestin, nêzî 11 milyarên Sûrî ne, ango 21 milyon dolar.

Berî demekê, desthilatên Sûrî heman gav der barê bazirganê bi navê Terîf el-Exrex de avêtibû, lê piştî bacên xwe dan, bend ji ser wê hatin rakirin.

Leave a Reply

Back to top button