Îmam Oglu: AKP’ê pere di gencîneya şaredariyê de nehiştibûn

Serokê giştî yê şaredariya Stenbolê Îmam Oglu dev avêt partiya AKP a serwer û diyar kir ku partiya Erdogan pere di xezîneya Stenbolê de nehiştibûn.

Îmam Oglu di konfranseke çapemeniyê de, der barê birêvebirina nebaş a partiya Erdogan û deynan de axivî.

Oglu got; dema me di Hezîran de dest bi kar kir, gelek pere di xezîneya şaredariyê de nebûn ku em mûçeyên karmendan jî bidin.

Îmam Oglu, endamekî partiya komarî ye, di hilbijartinên şaredariyên Tirkiyê de bi serket û bû serokê şaredariya bajarê mezin a Stenbolê.

Tevî, AKP careke din ev hilbijartin dubare kirin jî, dîsan Oglu bi serket.

Leave a Reply

Back to top button