Nûnerên Partiyên Siyasî û Rêxistinên civakî yên sivîl ên tevlî ‘Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk’ bûne, destnîşan kirin ku divê hikumeta Tirk gavên pêwîst biavêje û got:
“Mirovên li Rojava parçeyek ji me ne.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo tevkariya li aştiya li welêt divê berpirsyariya xwe bi cih bîne.”
‘Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk’ ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ji Amedê ber bi Enqereyê destpê kir, doh li Edene û Mersînê bû.
îro meş dighêje Enqereyê.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên tevlî meşê bûne ji ANF’ê re axivîn.
Mehmet Emîn Kiliç: Divê pêvajoya aştiyê bê avakirin
Rêveberê Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine Mehmet Emîn Kiliç bal kişand ser girîngiya Meşa Azadiyê ji bo jinûve avakirina pêvajoya aştiyê û demokratîk û got:
“Agirê şer ê ku dema dawî li Rojhilata Navîn gur bû nêzî me bûye.
Ji bo meseleya Kurd bi rengekî demokratîk bê çareserkirin me ev meş lidar xist.
Divê desthilatdarî gavên pêwîst ên ji bo çareseriyê biavêje.”
Mehmet Şîrîn Gurbuz: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê were rakirin
Hevserokê Amedê yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Şîrîn Gurbuz jî diyra kir ku ew statuyeke ewle û aştiyeke bi rûmet dixwazin û wiha anî ziman:
“Em dixwazin peyama xwe bigihînin desthilatdariya AKP’ê; muxatab diyar e, divê muxatab esas bigire û tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê rake, dest bi danûstandinan bike.
Rêya çareseriya li Rojhilata Navîn ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derbas dibe.”
Celaledîn Erkmen: Divê li Sûriyê, li Rojava şer biqede
Rêveberê Rihayê yê DEM Partiyê Celaledîn Erkmen jî destnîşan kir ku ji bo pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin ew li qadan e û got:
“Ji bo me gelekî girîng e ku gel bi rengekî azad xwe îfade bikin.
Divê ev feraseta yekparêz a ku bi sedan sal in dewam dike êdî biqede û hîn bêhtir xwîn neyê rijandin.
Bi taybetî li Sûriyê, li Rojava divê şer biqede.
Mirovên li Rojava parçeyek ji me ne.
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo tevkariyê li aştiya li welêt bike divê berpirsyariya xwe bi cih bîne.”
Mehmet Satan: Divê her kes daxwaza aştiyê bike
Hevserokê Dîlokê yê DEM Partiyê Mehmet Satan jî anî ziman ku divê her kes daxwaza aştiyê bike û got:
“Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên welatê me pirsgirêka Kurd e û em dixwazin bê çareserkirin.
Navnîşana çareseriyê ya vê pirsgirêkê jî Birêz Ocalan e.”



