Pentagon peymanek bi 8 kompaniyên Tirkî re îmze kir

Tevî gefên dewleta Tirk, Pentagon xebatên avakirinê li baregeha Incirlîkê dike.

Wezareta parastinê ya Emerîkî (Pentagon), ji bo xebatên avakirinê li baregeha Incirlîkê, peymanek bi 8 kompaniyên Tirkî re îmze kir.

Nirxê peymanê, 95 milyon dolar e, tê payîn jî xebatên avakirinê dawiya 2024an werin bidawîkirin.

Malpera Pentagonê di daxuyaniyekê de da zanîn ku wan ev peyman bi nirxekî sabit îmze kiriye.

Berî demekê, weke bersiv ji cezayên Emerîkî re, Erdogan gefa girtina baregehên Incirlîk û Kuracîkê li Emerîkayê xwaribû.

Leave a Reply

Back to top button