
Şêwirmendê Ayetullah Xamaneyî, Elî Ekber Wîlayetî diyar kir ku wê Îsraîl di demeke nêz de bersiva topbarana xwe bibîne û ji bo sûcên xwe yên li Sûriyê jî wê poşman bibe.
Wîlayetî ji ajansa Faris a Îranê re der barê topbarana Îsraîlê ya dawî li ser Sûriyê de axivî û got:
“Êrişên Îsraîlê li herêmê derqanûnî ne û wê bê bersiv derbas nebin.”
Wîlayetî diyar kir ku Îsraîl wê “Ji bo sûcên xwe poşman bibe” û berxwedana li Sûriyê û Lubnanê wê bersiva sûcên Amerîka û Îsraîlê bide û wiha domand:
“Hizbullah wê Îsraîlê bi erdê re bike yek, heger êrişî Lubnanê bike.”
Wîlayetî îdia kir ku Îsraîl nikare gefên xwe li dijî Îranê pêk bîne û daxuyaniyên berpirsan di vî alî de tenê “reklam” in.
Sîstema parastinê ya hewayî ya rejîma Sûriyê duh di saetên sibê de bersiva 3 moşekên Îsraîlê li ser asîmanê gundewarên Şamê da û dezgehên çapemeniyê yên Îranê jî kuştina berpirsekî leşkerî yê Îranê di êrişê de, derewand.