Li Mêrdînê û Midyadê xelk, partiyên siyasî û hevpîşeyên rojnamevanên şehîd Nazim Daştan û şehîd Cîhan Bilgin, serdana malbatên wan kirin û sersaxî xwestin.
Sazî û rêxistinên mîna MEBYA-DER, DEM Partî, DBP û TJA’yê serdana her du malbatan kirin.
Ber êvarî jî girseya ku li ser sînorê Qamişlo çalakiya nobedê pêk tînin jî serdana malbatan kirin.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin û Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Ozgur Bartin beşdarî sersaxiyê bûn.



