Navenda ragihandin QSD’ê nasnameya şervanekî eşkere kir

Navenda Ragihandin û çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê QSD’ê Mihemed Hemo ku li Dêrikê şehîd bûbû eşkere kir.

 

QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Şervanê QSD’ê Mihemed Hemo, bi nasnav Sîpan Efrîn di 22’ê Kanûna 2019’an de di encama nexweşiya dil de li ser karê xwe şehîd bû.

QSD’ê da xuyakirin ku Şehîd Sîpan Efrîn bi fedakarî û kedeke mezin salên dirêj li hemû çeperên berxwedanê têkoşiya û bû mînakê welatparêziyê.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ji malbata wî re sersaxî xwest weha got:

“Heval Sipan, li gelek deverên Kurdistanê, li hemû çeperên berxwedana Rojava û di her qada leşkerî de şopek hişt. Em soz didin ku emê xeta wî ya têkoşînê bişopînin. ”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Mihemed Hemo bi nasnav Sîpan Efrîn, 22’yê Kanûna 2019’an li Dêrikê şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button