Li herêmên dagirkirî dest li ser nanê gel hat danîn

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de gel tevî zilm û zordariyê, bi zexmetiyên mezin yên jiyanî re jî rû bi rû ye.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li gundewarên Eyn Îsayê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ev 10 roj in nan nîne.

 

Hat diyarkirin ku li bajarok û gundên navçeya Eyn Îsayê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de nirxên her tiştî gelekî bûha bûye.

Li gorî çavkaniyên herêmê bi taybet bûhayê pêdiviyên xwarinê gelekî bilind bûye û ji ber vê yekê gel nikare bikere.

Çavkaniyan dan xuyakirin ku ji ber ku çete dest danîne ser nanê ku ji şêniyên herêmê re tê amadekirin, li bajarokê El-Elî Baciliyê ev 10 roj in nan nîne.

Her weha bermîlek av bi 3 hezar Lîreyê Sûriyê û bermîlek mazot jî bi 60 hezar Lîreyê Sûriyê tê firotin.

Hat diyarkirin ku ji ber vê yekê gel nerazîbûn nîşan da, bi keviran êrîş birin ser navendeke ku hêzên dewleta Tirk a dagirker lê diman.

Leave a Reply

Back to top button