Wezîrê derve yê Rûsyayê bi hevpîşeyê xwe yê Misrî re ewrşa Lîbyayê nîqaş kirin

Li Lîbyayê şerê di navbera Artêşa Wetenî ya Lîbyayê û mîlîsên Hikûmeta Wîfaqê ku piştgirî ji dewleta Tirk digirin berdewam dike. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser rewşa Lîbyayê bi hevpîşeyê xwe yê Misrê Samih Şikrî re axivî û li ser misogeriya aştiyê li vî welatî li hev kirin.

Têkildarî mijarê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, Sergey Lavrov û Samih Şikrî bi riya telefonê rewşa Rojhilata Navîn û bi taybet ya Lîbyayê nîqaş kirin.

Herdu aliyan ji bo çareserkirina aloziyan û mîsogeriya aştiyê ya li herêmê li hev kirin.

RÛSYAYÊ LI MOSKOWÊ BI BERPIRSÊN DEWLETA TIRK RE RÛNIŞT

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê her wiha ragihand ku li Moskowê şandeyek ji hikûmeta Rûsyayê derbarê rewşa Lîbyayê de bi berpirsên dewleta Tirk re rûniştiye.

Hat diyarkirin ku herdu aliyan derbarê rewşa Lîbyayê û ji bo pêwendiyên hevbeş yên di navbera her du welatan de li hev kirin.

Di rojên dawî de, Rûsya û Tirkiyê der barê Libyayê de li ser hev daxuyanî dan.

Serokê Tirk Erdogan gotibû ku ew li hemberî destekdayîna Rûsyayê ya hêzên Artêşa Wetenî ya Lîbyayê re bê deng namîne.

Leave a Reply

Back to top button