Artêşa Tirk avahiyên xizmetguzariyê dike armanc

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li ser herêmê bênavber didomin. Depoyên Xifyet Salim ên bi navên depoyên Qezelî têne naskirin bi êrişên artêşa Tirk re rû bi rû dimînin. Di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de, ev depo hatin wêrankirin. 

Artêşa Tirk û çeteyên wê stasyonên bajarokê Mebûrka yê bejahiya Serêkaniyê, pompên avê, depoyên Aliyê yê bejahiya Tiltemrê, depoyên rojhilatî Girê Spî yên Dehlîz û her du depoyên Sexrat û Şergirak ên başûrê Girê Spî Wêran kirin

Niha jî Artêşa Tirk topavêjan diavêje depoyên Xifyet Salim ên bi navên depoyên Qizil Elî têne naskirin dike.

Depoya Qizil Elî bêhtirî 11 hezar ton genim û ceh hildigirt û niha hatiye talankirin.

Depoya Qizil Elî 24 km li rojavayê bajarê Girê Spî ye û şêniyên 100 gundî hilbirînên xwe lê hildigirtin.

Leave a Reply

Back to top button