Ewlekariya hundirîn ji bo cejna Neol û Sersalê hin biryar ragihandin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cejna Neolê û Cejna Sersalê pîroz kir û diyar kir ku ji bo ewlehiya wan rojan hin rêzebiryar girtine.

 

Fermandariyê di daxuyaniyê de Cejna Neol û sersalê li gelê herêmê pîroz kir û diyar kir ku ew hêvî dikin ev cejn aramiyê bi xwe re bîne.

Fermandariyê diyar kir ku ji bo ewlehiyê hin biryar girtine.

Li gorî vê yekê ji 28’ê Kanûnê saet 06.00 heta 1’ê Çileyê saet 06.00 di nav bajêr de derbasbûna hemû cûreyên sehrîc û kamyon û tevî yên leşkerî hemû cûreyên motosîkletan hate qedexekirin.

Her weha di vê demê de li deriyê sînor derbasbûna otomobîlan jî hate qedexekirin.

Tevî vê yekê derveyî destûra Asayîşê ji bo hemû şênî û hêzên leşkerî û ewlekariyê avêtina guleyan û leystokên agir hatin qedexirin û hat diyarkirin ku kesên li gorî vê tevnegerin werin cezakirin.

 

Leave a Reply

Back to top button