
Wezîrê Karê Derve yê rejîma Sûriyê Welîd El-Mûelim eşkere kir hevdîtinên wan ên bi dewleta Tirkê re pêk hatine, lê bê encam bûn.
El-Mûelim got, dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qirkirina etnîkî tîne.
Wezîrê Karê Derve yê rejîma Sûriyê Welîd El-Mûelim di hevdîtinekê bi televîzyona RT re eşkere kir ku civîn di navbera şandeyên Sûriyê û Tirkiyê de pêk hatin û da zanîn ku ev civîn bê encam bûn.
El-Mûelim li ser peymana Soçî destnîşan kir ku “Peyman li herêmên bakurê rojavayê Sûriyê têk çû, ji ber Enqere bi pabend nebû.”
Wezîrê Karê Derve yê rejîma Sûriyê Welîd El-Mûelim got,
Enqere li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûdê ji peymana bi Rûsya re digire û “Siyaseta qirkirina etnîkî” dimeşîne.
WELÎD EL-MÛELIM: LI SER SERDANA ELÎ MEMLÛK JI HERÊMA BAKURÊ SÛRIYÊ RE AXIVÎ
Her wiha El-Mûelim li ser serdana serokê nivîsgeha Ewlehiya Niştîmanî ya rêjîma Sûriyê Lîwa Elî Memlûk ji herêma Bakurê Sûriyê re jî axivî.
El-Mûelim got,
Elî Memlûk ji bo rewşa eskerî û ewlehiya herêmê serdana Qamişlo kir.
El-Mûelim îdia kir ku ji ber têkliyên kurdan bi Emerîka re di navbera wan û Kurdan de danustandinên guncaw pêk nehatiye.
Partî û eşîreyên bakur û rojhilatê Sûrî serdana Elî Memlûk bi derxistina tevlîheviyan binav kiribûn û carek din bi daxuyaniyan piştevaniya xwe ya bi QSD’ê re nîşan dabûn.