Dewleta Tirk wê 200 çeteyên li Idlibê bişîne Lîbyayê

Piştî berdevkê Erdogan ragihand, ew ê hêzên xwe bişînin Lîbyayê, dewleta Tirk çeteyên xwe ji Idlibê vedikişîne û wan ber bi Lîbyayê ve dişîne.

Li gorî televîzyona “Meyadîn” a Libnanî, “dewleta Tirk ji çeteyên xwe yên li Idlibê xwest ku navê 200 çeteyî rakin, da wan bişînin Lîbyayê”.

Televîzyonê diyar kir ku “qefla yekemîn ji 60 çeteyî pêk tê û ew ê îro saet “1”ê nîvro ji balafirgeha Stenbolê derkevin Lîbyayê da li gel artêşa hikumeta Wîfaqê şer bikin”.

Duh jî berdevkê Erdogan ragihandibû ku “parlaman li ser şandina hêzên Tirkî bo Lîbyayê dixebite”.

Di heman çarçoveyê de, serokê hikumeta Wîfaqê Serac da zanîn ku “ew aniha li benda tank û dronên Tirkî ne”.

Şerê li Lîbyayê
Artêşa Lîbî panzereke Tirkî teqand

Ev gav di wextekî de hat ku Wîfaq nema dikare xwe li ber derbeyên artêşa Lîbî ragire.

Di milê meydanî de jî, artêşa Lîbî êrîşeke komên Serac li nêzî xezanên petrolê li başûrê paytextê şikand.

Duh jî artêşê ragihandibû ku hêzên wan ên asmanî panzêreke Tirkiyê teqand.

Leave a Reply

Back to top button