Serokwezîrekî berê yê Tirkiyê: Piştgiriya Erdogan a terorîstên li Sûriyê, aloziya li wir kûrtir dike

Alîkarê Serokêwezîrê berê yê Tirkiyê Murad Karayalçin diyar kir ku Erdogan bi piştgiriya terorîstên li Sûriyê destwerdana aloziya Sûriyê kûrtir dike û niha jî heman şaştî û rêbazî li Lîbiyayê dubar dike.

Murad Karayalçin di hevdîtineke televizyonê de tekez kir ku divê serokkomarê Tirkiyê Erdogan destwerdana aloziya Sûrî rawestîne û bi riya danûstandinên li rejîma Sûrî pirsgirêkên xwe çareser bike.

Karayalçin got:

Erdogan bi israr e ku pabendî ti hevpeymanên girêdayî aloziya Sûriyê nebe û bi destwerdana yekser bi riya piştgiriya terorîstên li Sûriyê aloziya Sûriyê kûrtir dike.

Serokwezîrekê berî yê Tirkiyê:
Erdogan şaştiyên li Sûriyê dike, li Lîbiyayê dubar dike

Karayalçin bal kişande ser şantaj û piştgiriya Erdogan ji milîseyên li hikumeta Wîfaq a Lîbî jî û ev tişt anî ziman:

Erdogan heman rêbaz û şaşîtiyên ku li Sûriyê dike, niha li Lîbiyayê dubar dike.

Ev kiryarên Erdogan wê aloziyeke kûr û dûr li Tirkiyê çêbike, hem li hundir û hem jî li derve.

Leave a Reply

Back to top button