Êrîşên li Îraqê 2 leşker û endamekî hêzên parastinê hatin kuştin

Li Îraqê di 2 bûyerên cuda de, 2 leşker û endamekî hêzên parastinê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Desteya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku dema dewriyeyeka artêşa Îraqê li ser rêya gundê Selahîyê derbas dibû bombeyek teqiya û di encam de 2 leşker hatin kuştin û yek ji wan efser 3 leşker jî birîndar bûn.

Her weha hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê jî li parêzgeha Kerkûkê li dijî herêmên petrolê yên Xebaz êrîş pêk anîn.

Di encama vê êrîşê de jî endamekî hêzên parastinê hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button